23 Mûsa û Harûn ketin Konê Hevdîtinê. Gava derketin, wan gel pîroz û bereket kir. Wî çaxî rûmeta Xudan li tevahiya gel xuya bû.
Mûsa got: “Ya ku Xudan li we emir kiriye ev e ku rûmeta wî li we xuya bibe.”
Qorax tevahiya civakê li dijî Mûsa û Harûn, li ber deriyê Konê Hevdîtinê civand. Rûmeta Xudan li tevahiya civakê xuya bû.
Gava civak li dijî Mûsa û Harûn civiya, wan berê xwe da Konê Hevdîtinê. Ewr kon nixamt û rûmeta Xudan xuya bû.
Tevahiya civakê xwest wan bide ber keviran, lê jinişkave rûmeta Xudan li Konê Hevdîtinê li hemû gelê Îsraêl xuya bû.
Gava Mûsa dît ku wan tevahiya karan çawa ku Xudan emir kiribû kirine, wî ew pîroz kirin.
Gava Harûn ev ji tevahiya civaka Îsraêl re digot, wan li aliyê beriyê nêrî û rûmeta Xudan di nav ewr de xuya bû.
Ji bo pêşkêşiya aştiyê ya ji bo Xudan ga û beranekî, tevî pêşkêşiyeke dexlê ya ku bi zeytê hatiye hevîrkirin bînin. Çimkî wê Xudan îro li we xuya bibe.’”