22 Harûn destên xwe ber bi gel ve hildan, ew pîroz û bereket kir. Piştre pêşkêşiya paqijiyê, qurbana şewitandinê û pêşkêşiya aştiyê pêşkêş kirin û berjêr bû.
Paşê ji ber ku Xwedayê we Xudan kahinên Lêwiyî hilbijartin ku ew xizmeta wî bikin, navê Xudan pîroz bikin û biryara her doz û pevçûnê bi gotina wan bê kirin, wê ew jî herin wir.
Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz bikin, çimkî ji bo ku bereketê mîras bistînin hûn hatin gazîkirin.
Kurên Emram: Harûn û Mûsa. Harûn û kurên wî, ji bo ku tiştên herî pîroz veqetînin, li ber Xudan bixûr bişewitînin, xizmeta wî bikin û ji bo ku heta hetayê li ser navê wî gel pîroz bikin, hatin kifşkirin.