18 Wî ga û beranê qurbanên aştiyê ya ji ber gel serjê kirin. Kurên wî xwîna wan jê re anîn û wî jî xwîn bi her aliyên gorîgehê ve reşand.
Û bi wî her tiştî, Hem tiştên li ser erdê, Hem jî yên li ezmanan, Bi xwe re li hev bîne Û bi xwîna wî ya ku li ser xaçê rijayî aştiyê çêke.
Îcar, ji ber ku em bi baweriyê rastdar derketine, em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re di aştiyê de ne.
Çimkî eger hê ku em dijmin bûn, em bi mirina Kurê wî bi Xwedê re li hev hatibin, niha bi wî re lihevhatî, emê hê çiqas bêtir bi jiyana Kurê wî xilas bibin.
Kurên wî xwîna wî jê re anî. Harûn tiliya xwe xist nav xwînê û li qiloçên gorîgehê xist. Xwîna mayî jî rijand erdê gorîgehê.