34 Hemû tiştên ku îro hatin kirin, ji bo ku gunehên we bên bexişandin Xudan emir kir.
Ji wî re nediviya ku ew her roj wek Serokkahînan, pêşî di ber gunehên xwe de û piştre di ber gunehên gel de goriyan pêşkêş bike. Çimkî çaxê ku xwe bi xwe pêşkêş kir, ev yek bi carekê anî cih.
Ew ne li gor emrên malbavkî yên Şerîetê, lê belê li gor hêza jiyana herheyî bûye kahîn.
Heft rojan ji deriyê Konê Hevdîtinê dernekevin, heta ku rojên we yên tayînkirinê temam dibin. Çimkî ji bo tayînkirina we, heft roj dixwaze.
Hûnê li ber deriyê Konê Hevdîtinê heft rojan bi şev û roj bisekinin û peywirên Xudan pêk bînin ku hûn nemirin. Çimkî wiha li min hat emirkirin.”