Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 8:33 - Kurmanji Încîl

33 Heft rojan ji deriyê Konê Hevdîtinê dernekevin, heta ku rojên we yên tayînkirinê temam dibin. Çimkî ji bo tayînkirina we, heft roj dixwaze.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 8:33
7 Referans Kwoze  

“Tê her tiştê min ji bo Harûn û kurên wî li te emir kir bikî. Wê tayîna wan heft rojan bajo.


Wê di roja sisêyan û roja heftan de xwe bi ava paqijiyê bişo û bi vî awayî paqij bibe. Gava ew xwe di roja sisêyan û roja heftan de neşo, wê paqij neyê hesibandin.


Kesê tê paqijkirin wê kincên xwe bişo, hemû mûyên xwe kur bike û serê xwe bişo. Wê bi vî awayî paqij bê hesibandin. Êdî ew dikare bikeve artêşgehê lê wê heft rojan li derveyî kon bimîne.


Kurê Harûnê ku wê di şûna wî de bibe kahin, gava dikeve Konê Hevdîtinê ku li Cihê Pîroz xizmetê bike wê heft rojan van kincan li xwe bike.


Hemû tiştên ku îro hatin kirin, ji bo ku gunehên we bên bexişandin Xudan emir kir.


“‘Gava herikîna zilamê ku herikîn jê tê bisekine, ji bo paqijbûnê wê heft rojan bisekine. Piştre wê kincên xwe bişo, di ava kaniyê de serê xwe bişo û wê paqij bê hesibandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite