Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 8:31 - Kurmanji Încîl

31 Mûsa ji Harûn û kurên wî re got: “Goşt li ber deriyê Konê Hevdîtinê bikelînin û wî li wê derê bi nanê ku di selikên pêşkêşiyên tayînkirinê de ye bixwin. Wekî min emir kir û got: ‘Wê Harûn û kurên wî bixwin.’

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 8:31
12 Referans Kwoze  

û êdî ez najîm, lê Mesîh di dilê min de dijî. Ew jiyana ku niha ez di bedenê de dijîm, ez bi baweriya bi Kurê Xwedê yê ku ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir, dijîm.


Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»


Îsa ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe.


Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.»


“We çima pêşkêşiya paqijiyê li dereke pîroz nexwar? Ew gelekî pîroz e. Ji bo ku hûn sûcên civakê rakin û li hizûra wî ji bo wan kefaretê bidin, Xudan ew dabû we.


Wê goştê qurbana şikirdariyê ya aştiyê, roja ku pêşkêşî tê dayîn bê xwarin. Wê heta serê sibê nehêle.


Dîzika ku goşt tê de hatiye kelandin, divê bê şikandin. Heke di tiştekî tûnc de hatibe pehtin, divê baş bê celandin û bi avê bê şûştin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite