Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 8:29 - Kurmanji Încîl

29 Piştre Mûsa sing hilda û wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan raber kir. Ev para Mûsa ya beranê pêşkêşiya tayînkirinê bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 8:29
6 Referans Kwoze  

Eger yek dipeyive, bila peyvên Xwedê bêje. Eger yek xizmetê dike, bila bi wê hêza ku Xwedê daye bike, da ku Xwedê di her tiştî de bi destê Îsa Mesîh bê birûmetkirin. Rûmet û karîn her û her ên wî ne. Amîn.


Loma hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin.


Xudan dibêje: “Çawa ku Îsraêlî di taseke paqij de pêşkêşiyeke dexlê tînin Mala Xudan, wê ew jî, ji tevahiya miletan hemû birayên we, bi hespan, bi erebeyên hespan, bi erebeyên sergirtî, bi hêstiran, bi deveyan wekî pêşkêşiya ji bo min bînin çiyayê min ê pîroz Orşelîmê.”


Mûsa û Harûn kahînên wî bûn, Samûel jî yek ji wan bû, ku bi navê wî bang dikirin, Wan bang kir Xudan, Wî ew bersîvandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite