Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 8:21 - Kurmanji Încîl

21 Wî ûr û rovî û pepikên wî bi avê şûştin û tevahiya berên li ser gorîgehê şewitand. Ev qurbana şewitandinê bû ku bêhna xweş bide. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 8:21
11 Referans Kwoze  

Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir û xwe wek pêşkêş û goriyeke bîhnxweş pêşkêşî Xwedê kir, hûn jî wisa di hezkirinê de rêve herin.


Piştre tê tevahiya berên li ser gorîgehê bişewitînî. Ev qurbana şewitandinê ya ji bo Xudan e. Ev bêhna xweş û pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.


Paşê wê kahin wekî para diyarkirî ji pêşkêşiya dexlê hilde û li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


Wê bi baskên çivîkê bigire ji hev cuda bike, lê wê bi tevahî ji hev veneqetîne. Paşê wê kahin li ser êzingên agirê li ser gorîgehê pêxistî ye bişewitîne. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.


Ji wî goştî, xav û di nav avê de kelandî nexwin lê bi ser û pê tevî ûr û roviyan, li ser êgir biraştî bixwin.


Mûsa her tişt bi awayê ku Xudan lê emir kiribû kir.


Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin wan hemûyan wekî qurbana şewitandinê li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin hemûyan li ser gorîgehê bişewitîne û pêşkêş bike. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


Wî şaşik danî serê wî û lewheya zêrîn, ango taca pîroz da pêşiya şaşikê. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.


Mûsa kurên Harûn jî anîn, mîntan li wan kirin. Şûtik li pişta wan girê dan û kum danîn ser serê wan. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite