15 û Mûsa ew serjê kir. Ji bo ku gorîgehê paqij bike, wî bi tiliyên xwe xwîn li derdora qiloçên gorîgehê xist û xwîna mayî rijand erdê gorîgehê. Bi vî awayî wî paqijî û kefareta gorîgehê kir.
Piştre wê kahin li Konê Hevdîtinê, li hizûra Xudan xwînê li qiloçên gorîgehê bixûra bêhnxweş bixe. Wê xwîna mayî ya conegê li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê ya li ber deriyê Konê Hevdîtinê birijîne.
Çimkî eger hê ku em dijmin bûn, em bi mirina Kurê wî bi Xwedê re li hev hatibin, niha bi wî re lihevhatî, emê hê çiqas bêtir bi jiyana Kurê wî xilas bibin.
“Ji bo ku neheqî bê rakirin, dawî li guneh bê, sûc bên bexişandin, rastiya herheyî bê avakirin, dîtinî û pêxemberî bê morkirin û yê ku Herî Pîroz bi rûnkirinê bê kifşkirin, ji bo gelê te û bajarê te yê pîroz, heftê car heft dem hatiye diyarkirin.
Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiyê û li ber deriyê Konê Hevdîtinê serjê bike. Kurên Harûn ku kahin in wê bên û xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.
Wê conega li hizûra Xudan bê serjêkirin. Wê kurên Harûn ku kahin in xwînê pêşkêş bikin. Wê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin ku li ber deriyê Konê Hevdîtinê ye.
Wê kahin bi tiliya xwe ji pêşkêşiya paqijiyê hilîne û li qiloçên gorîgeha qurbana şewitandinê bixe. Wê xwîna mayî li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê birijîne.
“Wê Lêwiyî destê xwe deynin ser serê conegayan û ji bo ku di ber Lêwiyiyan de bibe kefaret, wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê, yê din wekî qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.