Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 8:11 - Kurmanji Încîl

11 Wî rûn heft caran bi ser gorîgehê de reşand û gorîgeh û hemû taximên gorîgehê –teştê tevî lingên wê– rûn kir û ew pîroz kir.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 8:11
13 Referans Kwoze  

Xwedê, bi destê Xilaskarê me Îsa Mesîh, ew Ruh bi zêdehî bi ser me de rijand,


Wê gelek miletan şaş bike, Wê padîşah devê xwe ji ber wî bigirin. Çimkî wê ya ku ji wan re nehatiye gotin, bibînin Û ya ku nebihîstine, fêm bikin.


Tê wan pîroz bikî ku wê bi zêdebarî pîroz bibin. Her tiştê ku bi wan bibe, wê pîroz bibe.


Mûsa ji wan re got: “Bila tu kes heta serê sibê jê tiştekî bi xwe re nehêle.”


Gava xunav rabû, li beriyê, li ser rûyê erdê, tiştekî biçûk û gilover ê wekî xûsikê xuya bû.


Vî gopalî bide destê xwe ku tê pê nîşanan raber bikî.”


Careke din Xudan jê re got: “Niha destê xwe bixe paşila xwe.” Mûsa destê xwe xist paşila xwe. Çaxê wî destê xwe deranî, dît ku destê wî wekî berfê, spî û kotî ye.


Ji bo paqijî û kefaretê, tê her roj wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî pêşkêş bikî. Ji bo paqijkirina gorîgehê tê pêşkêşiya paqijiyê bidî û ji bo pîrozkirina wê jî tê rûn bikî.


Tê heft rojan paqijî û kefareta gorîgehê bikî. Tê gorîgehê pîroz bikî û wê bi zêdebarî pîroz bibe. Her tiştê bi gorîgehê bibe, divê pîroz bibe.


Wê tiliya xwe di nav xwînê re bike, li ber perdeya Cihê Herî Pîroz, li hizûra Xudan heft caran bireşîne.


Wê kahin tiliya xwe di nav xwînê re bike û li hizûra Xudan, li ber perdeyê heft caran bireşîne.


Wê tiliya destê xwe yê rastê di zeyta di destê wî ya çepê de ye bike û ber bi hizûra Xudan heft caran bireşîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite