Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 7:7 - Kurmanji Încîl

7 “‘Pêşkêşiya paqijiyê çi be, pêşkêşiya berdêlê jî ew e. Rê û rêbazên herduyan yek in. Wê para kahin be ku kefaretê dide.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 7:7
11 Referans Kwoze  

Ma hûn nizanin, yên ku di karê Perestgehê de dixebitin, ji Perestgehê dixwin û yên ku di gorîgehê de xizmetê dikin, parê ji gorîgehê distînin?


Wê berx li Pîrozgehê, li dera ku pêşkêşiya paqijiyê û qurbana şewitandinê tê serjêkirin, serjê bike. Çimkî wekî pêşkêşiya paqijiyê, pêşkêşiya berdêlê jî ya kahin e. Ew gelekî pîroz e.


Li gelê Îsraêl binêrin, ma yên ku goriyan dixwin ne hevparên gorîgehê ne?


Divê ew bi hevîrtirş neyê pehtin. Min ev ji pêşkêşiyên min ên şewitandinê wekî para kahinan da. Wekî pêşkêşiya paqijiyê û pêşkêşiya berdêlê ev jî gelekî pîroz e.


Çermê qurbana şewitandinê jî, ji kahin re ye ku wê pêşkêş dike.


Pereyên pêşkêşiyên berdêlê û paqijiyê neanîn Mala Xudan, çimkî ew para kahinan bû.


Ya ku ji ber pêşkêşiya dexlê dimîne, wê ji bo Harûn û kurên wî be. Ev di nav pêşkêşiyên şewitandinê yên Xudan de ya herî pîroz e.


Ya ku ji ber pêşkêşiya dexlê dimîne wê ji bo Harûn û kurên wî be. Ev di nav pêşkêşiyên şewitandinê yên Xudan de ya herî pîroz e.


Ji bo dayîna bergîdana sûc, heke merivekî wî kesî tunebe, wî çaxî bergîdana sûc ji Xudan re ye. Ji bo bexişandinê, wê bergîdanê bi beranekî re bîne ba kahin.


Wê demê Hazaêlê Padîşahê Aramê rabû li dijî Gatê şer kir, ew stand û Hazaêl ji bo ku bistîne berê xwe da Orşelîmê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite