38 Xudan ev emrê hanê li Çiyayê Sînayê, çaxê ku ji gelê Îsraêl xwestibû li Beriya Sînayê pêşkêşiyan pêşkêşî wî bikin, li Mûsa kir.
Xudan ji Mûsa re got:
Qanûn, şerîet û rê û rêbazên ku Xudan li Çiyayê Sînayê, bi riya Mûsa di navbera xwe û gelê Îsraêl de danîn, ev in.
Emrên ku Xudan li Çiyayê Sînayê ji bo gelê Îsraêl dan ev in.
“Va ye, çawa ku Xwedayê min Xudan li min emir kir, niha ez qanûn û rêbazan hînî we dikim ku li wî welatê hûn bikevinê û ji xwe re bikin milk, pêk bînin.