Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 7:36 - Kurmanji Încîl

36 Roja ku Xudan ew kifş kirin, wî li gelê Îsraêl emir kir ku ev perçeyên hanê para wan a herheyî ye.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 7:36
6 Referans Kwoze  

Wî rûnê kifşkirinê bi serê Harûn de rijand. Bi vî awayî wî ew kifş û pîroz kir.


Mûsa rûnê kifşkirinê û ji xwîna ser gorîgehê hilda, bi kincên Harûn û yên kurên wî ve reşand. Bi vî awayî wî Harûn, kurên wî û kincên wan pîroz kirin.


We ev di nav nifşên we de, li her dera ku hûn lê dijîn qanûneke herheyî be. Hûnê bez û xwînê nexwin.’”


Ji nava tevahiya eşîrên Îsraêl, min bavkalê te ji xwe re kahin hilbijart ku li ser gorîgeha min qurbanan pêşkêş bike, bixûr pêxe û bi êfodê daxwaza min hîn bibe. Bi ser de jî hemû pêşkêşiyên şewitandinê ên Îsraêliyan anîn, min wan da mala bavkalê te.


Wê Harûn û kurên xwe ji êvarê heta serê sibê, li hizûra Xudan qendîlê pêxistî bihêlin ku li Konê Hevdîtinê, li derveyî perdeya li ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev ji bo hemû nifşên gelê Îsraêl, qanûneke herheyî be.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite