Lêwiyî 7:18 - Kurmanji Încîl18 Heke ji goştê qurbana aştiyê roja sisêyan bê xwarin, wê qebûl nebe û ji kesê ku pêşkêş kir re neyê hesibandin. Çimkî wê qirêj bê hesibandin û kesê ku jê bixwe jî wê sûcdar bê dîtin. Gade chapit la |
Kesê dewarekî serjê dike, Wekî wî kesî ye ku mirovekî dikuje. Kesê berxekî dike qurban, Wekî wî kesî ye ku stûyê kûçikekî dişikêne. Kesê pêşkêşiya dexlê pêşkêş dike, Wekî wî kesî ye ku xwîna berazan pêşkêş dike. Kesê wekî pêşkêşiya bîranînê, guniyê dişewitîne, Wekî wî kesî ye ku diperize pûtan. Wan kesan riyên xwe hilbijartin, Canê wan bi kirêtiyên wan xweş e.