14 Wê ji her pêşkêşiyan nanek pêşkêş bike û wê ev pêşkêşî ji wî kahinî re be ku xwîna qurbana aştiyê li gorîgehê direşîne.
Her para ku ji pêşkêşiyên raberkirinê yên gelê Îsraêl tê veqetandin, ez her û her didim te, kurên te û keçên te. Ev ji bo te û ziriyeta te, li hizûra Xudan peymaneke herheyî ye û xera nabe.”
Çawa ku Xudan lê emir kiribû, Mûsa baca ji Xudan re hatiye veqetandin da Êlezarê Kahin.
Tê vê bacê ji nîvê para ji leşkeran re ketiye bistînî û ji bo Xudan wekî pêşkêşî bidî Êlezarê Kahin.
Kahinê ku pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş dike, wê li dereke pîroz, li hewşa Konê Hevdîtinê jê bixwe.
Li gelê Îsraêl binêrin, ma yên ku goriyan dixwin ne hevparên gorîgehê ne?
Ji xeynî pereyê ji milkê bav hatiye, wê bi kahinên din re bi wekhevî li hev parve bikin.