9 “Li Harûn û kurên wî emir bike û bêje: ‘Rê û rêbaza qurbana şewitandinê ev e: Wê qurbana şewitandinê tevahiya şevê, heta serê sibê li ser agirê gorîgehê bimîne. Wê agirê li ser gorîgehê netefe.
Tê ji wan re bibêjî: ‘Pêşkêşiya şewitandinê ya ku hûnê pêşkêşî Xudan bikin ev e: Ji bo qurbana şewitandinê ya rojane, hûnê her roj du berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr pêşkêş bikin.
Roja Septê hûnê du berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr û wekî pêşkêşiya dexlê, ji dehan duduyê efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikin.
Wê ev para Harûn û kurên wî be û wê wî li dereke pîroz bixwin. Çimkî ev ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji bo Xudan e û gelekî pîroz e. Wê herdem para wan be.”