27 Heke ji nav heywanên qirêj be, kesê ku dikire wê berdêla ku kahin diyar dike bide û ji pêncan yekan jî deyne ser. Heke berdêla wî neyê dayîn, wê li gorî berdêla ku kahin kifş kiriye bê firotin.
“‘Çi mirov, çi heywan û çi jî zeviya ku bi milkî maye, her tişta kesekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin, wê neyê firotin û bi şûn de neyê standin. Çimkî her tişta veqetandî ji Xudan re bi zêdebarî pîroz e.
Wê bergîdana tiştê pîroz ê ku li ser wî guneh kiriye bide. Wê ji pêncan yekî jî deyne ser û bide kahin. Wê kahin beranê pêşkêşiya berdêlê ji bo wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.