Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 27:26 - Kurmanji Încîl

26 “‘Her heywanê pêşî ku hatiye dinyayê, yê Xudan e. Tu kes nikare heywanekî pêşî ji Xudan re kifş bike. Çi dewar, çi pez, hemû êdî yê Xudan in.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 27:26
9 Referans Kwoze  

“Tevahiya kurên pêşî ji bo min pîroz bikin. Li Îsraêlê hemû berê pêşî yê zik, dixwazî mirov, dixwazî heywan be, yê min e.”


“Ji pez û dewarên xwe, hûnê her pêşiyê nêr ji bo Xwedayê xwe Xudan veqetînin. Hûnê bi pêşiyê dewarên xwe kar nekin, pêşiyê pezê xwe jî hevring nekin.


“Lê tê ji nixuriyê dewêr, mî yan jî bizinê berdêlê nestînî. Ew pîroz in. Tê xwîna wan bi ser gorîgehê ve bireşînî û wekî pêşkêşiya şewitandinê, tê bezê wan bişewitînî ku bêhna wê bi Xudan xweş be.


“Tê ji bo ga û pezên xwe jî wiha bikî. Wê heft rojan bi diya xwe re bimînin û di roja heştan de tê wan bidî min.


Heke ji nav heywanên qirêj be, kesê ku dikire wê berdêla ku kahin diyar dike bide û ji pêncan yekan jî deyne ser. Heke berdêla wî neyê dayîn, wê li gorî berdêla ku kahin kifş kiriye bê firotin.


Çimkî her yê pêşî yê min e. Roja min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ji gelê Îsraêl çi mirov, çi heywan ji bo xwe her yê pêşî veqetandin. Ez Xudan im.”


Ji bo ew herin artêşgeha Aramiyan, di tariya êvarê de rabûn û hatin ber keviya artêşgehê. Lê tu kes li wê derê tunebû.


“Li gorî Şerîeta hatiye nivîsandin, ji bo kahinên ku di Mala Xwedayê me de xizmetê dikin, emê kurên xwe û heywanên xwe yên pêşî, dewar û pezên xwe yên pêşî bînin Mala Xwedayê me.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite