24 Di Sala Azadiyê de, wê zevî li xweyê milkê ku jê hatiye kirîn vegere.
Lê heke hêza wî têra standina axa wî neke, axa ku firotiye wê heta Sala Azadiyê di destê kesê kiriye de bimîne. Di Sala Azadiyê de wê axê ji destê xwe derxe û kesê firotiye jî wê vegere ser axa xwe.
Heke berdêla di ber zeviyê de nehatibe dayîn an wî zevî firotibe kesekî din, êdî ew bi şûn ve nayê standin.
“‘Di Sala Azadiyê de wê herkes ji we vegere ser milkê xwe.
wê kahin heta Sala Azadiyê berdêla zeviyê bihesibîne û berdêlê diyar bike. Wê ew kes berdêlê di wê rojê de bide. Ew berdêl ji Xudan re pîroz e.
Hemû berdêlên ku tên hesibandin wê li gorî şekelê Pîrozgehê bin. Bîst gera şekelek e.