Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 27:21 - Kurmanji Încîl

21 Lê gava zevî di Sala Azadiyê de tê kirîn, wê wekî zeviya hatiye veqetandin ji Xudan re pîroz be û bibe milkê kahin.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 27:21
11 Referans Kwoze  

“Wê her tiştê li welatê Îsraêl ji Xudan re hatiye veqetandin ya we be.


Lê xaniyên gundan ên ku bi sûran nehatine pêçan, wê wekî zeviyan bêne hesibandin. Xweyê esil dikare dîsa bikire û wê ew xanî di Sala Azadiyê de dîsa bêne kirîn.


Lê heke hêza wî têra standina axa wî neke, axa ku firotiye wê heta Sala Azadiyê di destê kesê kiriye de bimîne. Di Sala Azadiyê de wê axê ji destê xwe derxe û kesê firotiye jî wê vegere ser axa xwe.


Hûnê sala pênciyan pîroz bihesibînin û wê ji bo hemû şêniyên welêt azadî bê diyarkirin. Wê ew sal ji bo we bibe Sala Azadiyê. Wê herkes ji we vegere ser milkê xwe û ba malbata xwe.


Herwiha heke kesek di nav sê rojan de nehata, li ser biryara serek û rîspiyan, wê tevahiya malê xwe bida û ji koma sirgûniyan veqetiya.


Wê bajar û her tiştê tê de ji bo xerakirinê, ji Xudan re bên veqetandin. Wê tenê Rahava fahîşe û hemû kesên pê re ku di mala wê de ne, bijîn. Çimkî wê qasidên me veşartin.


Wê tiştekî ji malên hatine rakirin di destê we de nemîne ku hêrsa Xudan a dijwar dakeve û çawa ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwariye, ew li ber we bikeve, li we were rehmê û we zêde bike.


Heke berdêla di ber zeviyê de nehatibe dayîn an wî zevî firotibe kesekî din, êdî ew bi şûn ve nayê standin.


“‘Heke kesek soz bide ku zeviyeke ne milkê wî ye lê bi pere kiriye, ji Xudan re kifş bike,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite