20 Heke berdêla di ber zeviyê de nehatibe dayîn an wî zevî firotibe kesekî din, êdî ew bi şûn ve nayê standin.
Heke kesê ku soza zeviyê daye bixwaze wê bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser û wê zevî jê re bimîne.
Lê gava zevî di Sala Azadiyê de tê kirîn, wê wekî zeviya hatiye veqetandin ji Xudan re pîroz be û bibe milkê kahin.
Di Sala Azadiyê de, wê zevî li xweyê milkê ku jê hatiye kirîn vegere.