19 Heke kesê ku soza zeviyê daye bixwaze wê bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser û wê zevî jê re bimîne.
Lê heke xweyî bixwaze wî bi şûn ve bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser.
“‘Heke kesek xaniyekî ji Xudan re kifş bike, wê kahin berdêla wî diyar bike. Çi baş çi xerab be, wê li gorî berdêla ku kahin diyar kiriye, be.
Heke wî soza zeviyê piştî Sala Azadiyê dabe, wê kahin li gorî salên ku ji Sala Azadiyê re mane berdêla zeviyê bihesibîne. Wî çaxî wê berdêla zeviyê kêmtir be.
Heke berdêla di ber zeviyê de nehatibe dayîn an wî zevî firotibe kesekî din, êdî ew bi şûn ve nayê standin.