14 “‘Heke kesek xaniyekî ji Xudan re kifş bike, wê kahin berdêla wî diyar bike. Çi baş çi xerab be, wê li gorî berdêla ku kahin diyar kiriye, be.
“Wê her tiştê li welatê Îsraêl ji Xudan re hatiye veqetandin ya we be.
Lê gava zevî di Sala Azadiyê de tê kirîn, wê wekî zeviya hatiye veqetandin ji Xudan re pîroz be û bibe milkê kahin.
Lê heke xweyî bixwaze wî bi şûn ve bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser.
Heke ew kes bixwaze xênî bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla kahin diyar kiriye jî deyne ser.
Heke ew soza zeviyê di Sala Azadiyê de bide, wê berdêla ku hatiye hesibandin derbas bibe.
Heke wî soza zeviyê piştî Sala Azadiyê dabe, wê kahin li gorî salên ku ji Sala Azadiyê re mane berdêla zeviyê bihesibîne. Wî çaxî wê berdêla zeviyê kêmtir be.