40 Hûnê roja pêşî fêkiyên xweş ên darên we, guliyên xurmeyan, guliyên darên pelgur in û spîndarên geliyan bidin hev û li hizûra Xwedayê xwe Xudan heft rojan şa bibin.
Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin, Wê bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê, Wê nalîn û keder bireve û here.
“‘Herwiha di panzdehê meha heftan de, gava hûn berên welatê xwe berhev dikin, hûnê heft rojan cejna Xudan bikin. Wê roja pêşî û roja heştan rojên bêhnvedanê bin.
Hûnê tevî kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe û Lêwiyiyên li bajarên we rûnin –çimkî tu par û mîrasa Lêwiyiyan bi we re tuneye– li hizûra Xwedayê xwe Xudan şa bibin.