39 “‘Herwiha di panzdehê meha heftan de, gava hûn berên welatê xwe berhev dikin, hûnê heft rojan cejna Xudan bikin. Wê roja pêşî û roja heştan rojên bêhnvedanê bin.
Hûnê heft rojan pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Hûnê di roja heştan de civîneke pîroz çêkin û pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Ev civîna mezin e, hûnê karê xwe yê rojane nekin.
Hûnê roja pêşî fêkiyên xweş ên darên we, guliyên xurmeyan, guliyên darên pelgur in û spîndarên geliyan bidin hev û li hizûra Xwedayê xwe Xudan heft rojan şa bibin.