3 “‘Hûnê şeş rojan bixebitin. Lê roja heftan Sept e, roja bêhnvedanê û civîna pîroz e. Hûnê tu karekî nekin. Li hemû derên ku hûn dijîn, ev ji Xudan re Sept e.
Lê serekê kinîştê bi hêrs ket ku Îsa di roja Şemiyê de sax kir. Wî dest pê kir û ji xelkê re got: «Şeş roj hene ku divê mirov di wan de kar bike. Ne di roja Şemiyê de, lê di wan rojan de werin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.»
“Heke tu Roja Septê binpê Û di roja min a pîroz de daxwaza dilê xwe nekî, Heke tu ji Roja Septê re: ‘Xweş e’ Û ji roja Xudan a pîroz re: ‘Birûmet e’ bêjî, Heke tu rûmetê bidî wê rojê, di riya xwe de nemeşî, Nedî pey daxwaza dilê xwe û gotinên vala nekî,
“Xerîbên ku xwe bi Xudan ve girê dabûn Ku jê re xizmetê bikin, Ji navê Xudan hez bikin Û bibin xulamên wî, Erê, her xerîbê Roja Septê digire, mirdar nake Û bi peymana min qewîn digire,
Xwezî bi wî mirovî Ku vê yekê pêk tîne û qewîn pê digire. Xwezî kurê mirovan yê ku Roja Septê digire, Mirdar nake û xwe ji her cure xerabiyê dûr dixe.”
Binêrin, Xudan Roja Septê da we, loma di roja şeşan de ji bo du rojan nanê we dide we. Bila herkes li cihê xwe bimîne û di roja heftan de kes ji cihê xwe dernekeve.”
Mûsa ji wan re got: “Ya ku Xudan emir dike ev e: ‘Sibê roja bêhnvedanê ye. Roja Septê ji bo Xudan pîroz e. Ya ku hûnê bipêjin, bipêjin, ya ku hûnê bikelînin, bikelînin. Ya mayî deynin aliyekî, bila bimîne sibê.’”