Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 23:14 - Kurmanji Încîl

14 Heta we pêşkêşiya Xwedayê xwe anî, tam heta wê rojê, hûnê nan, genimê qelandî û simbilên teze nexwin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 23:14
15 Referans Kwoze  

“Tê berê pêşî yê bijare yê axa xwe, bînî Mala Xwedayê xwe Xudan. “Tê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînî.”


Te agahiya Roja Septê, roja xwe ya pîroz da wan. Te bi riya xulamê xwe Mûsa ji bo wan emir, qanûn û şerîetek danî.


Bi bîr bînin hûn li Misrê kole bûn û hay jê hebin van qanûnan pêk bînin.


Divê hûn hemû qanûnên ku Xudan bi riya Mûsa ji gelê Îsraêl re got hînî wan bikin.”


We ev di nav nifşên we de, li her dera ku hûn lê dijîn qanûneke herheyî be. Hûnê bez û xwînê nexwin.’”


Qaydeyên Xudan rast in, şahiyê didin dilan, Emrê Xudan pak e, ronahiyê dide çavan.


“‘Heke tu ji berên te yên pêşî pêşkêşiya dexlê ya berê pêşî pêşkêşî Xudan dikî, tê simbilên genimê teze hatine jêkirin û li ser êgir hatine qelandin û kutan pêşkêş bikî.


Wê Harûn û kurên xwe ji êvarê heta serê sibê, li hizûra Xudan qendîlê pêxistî bihêlin ku li Konê Hevdîtinê, li derveyî perdeya li ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev ji bo hemû nifşên gelê Îsraêl, qanûneke herheyî be.”


Hûnê tu karekî nekin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.


Hûnê vê her sal heft rojan wekî cejna Xudan pîroz bikin. Hûnê vê cejnê di meha heftan de, di nav nifşên we de wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite