Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 23:13 - Kurmanji Încîl

13 Hûnê bi berx re, wekî pêşkêşiya dexlê ji dehan duduyê efaya arvanê hûr a ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêşî Xudan bikin. Wê pêşkêşiya şewitandinê ew be ku bêhna wê bi Xudan xweş tê. Bi vê re jî hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê çarîka hînekê şerabê pêşkêş bikin.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 23:13
15 Referans Kwoze  

Kî dizane, belkî bizivire, dev jê berde Û ew bereketê li pey xwe dihêle. Wê gavê hûnê pêşkêşiyên dexlê û rijandinê Bidin Xwedayê xwe Xudan.


Kahinno, çûxê li xwe bikin! Xizmetkarên gorîgehê bizarin! Xizmetkarên Xudan werin Û di nav çûxê de şevê biborînin! Çimkî pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xwedayê we hatin texsîrkirin.


Pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xudan hat birîn. Kahin û xizmetkarên Xudan şînê dikin.


Ji xeynî qurbana şewitandinê û pêşkêşiya rijandinê ya rojane, qurbana şewitandinê ya Roja Septê ev e.


“Wê di roja heştan de, du berxên nêr ên bêqisûr, berxeke mê ya bêqisûr a yeksalî, pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêya efaya arvanê hûrê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne.


“Pêşkêşiya ku wê di roja ku kahin bê kifşkirin de Harûn û kurên wî pêşkêş bikin ev e: Dehyeka efaya arvanê hûr, nîvî serê sibê, nîvî jî êvarê bê pêşkêşkirin.


li gorî şekelê Pîrozgehê 500 şekel xiyarşembe û hînek zeytê bikire.


Hûnê li ser gorîgehê bixûreke din, qurbana şewitandinê yan pêşkêşiya dexlê pêşkêş nekin û pêşkêşiya rijandinê nerijînin.


Di roja ku qevd hatiye hejandin de, hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê berxekî bêqisûr ê yeksalî pêşkêşî Xudan bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite