4 “‘Kesê ji ziriyeta Harûn ku bi nexweşiya çerman ketibe yan herikîna wî hebe, heta ku paqij nebe, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe. Kesê bi tiştekî ku cendek pê bûye bibe û mirdar bûye, kesê menî jê diherike,
Her para ku ji pêşkêşiyên raberkirinê yên gelê Îsraêl tê veqetandin, ez her û her didim te, kurên te û keçên te. Ev ji bo te û ziriyeta te, li hizûra Xudan peymaneke herheyî ye û xera nabe.”
Wê ji tiştên herî pîroz ên ji êgir tên parastin ku diyarî min hatine kirin, ev ji bo te bin. Her pêşkêşiya ku ew wekî tiştê herî pîroz ji bo min tînin, ango her pêşkêşiya wan a dexlê, ya berdêlê û ya paqijiyê. Wê ev pêşkêşî ji bo te û kurên te bin.
Hagay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kesekî ku ji ber laşê mirî qirêj bûbe, heke derekî wî li yek ji van tiştan bikeve, gelo ew jî qirêj dibe yan na?” Kahinan wiha bersiv da: “Belê, qirêj dibe.”
Lê kesê ku qirêj e û xwe paqij nake, ji ber ku wî Pîrozgeha Xudan qirêj kiriye, wê ji nav civakê bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e.