22 Hûnê heywanekî kor, seqet, birîndar an birîna wî kêmgirtî, gurî yan bi qalik pêşkêşî Xudan nekin. Hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê, tu heywanekî wiha li ser gorîgehê pêşkêşî Xudan nekin.
Gava hûn heywanên kor pêşkêş dikin, gelo ev ne xerabî ye? Dema hûn heywanên kulek û nexweş pêşkêş dikin, gelo ev ne xerabî ye?! De ka wan pêşkêşî waliyê xwe bikin! Gelo wê ji te razî bibe?! Wê bi te re keremdar be?!” Xudanê Karîndar wiha dibêje.
Wê kurên Harûn wan bi qurbana şewitandinê ya li ser êzingên êgir, li ser gorîgehê bişewitînin. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin hemûyan li ser gorîgehê bişewitîne û pêşkêş bike. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin wan hemûyan wekî qurbana şewitandinê li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Her kesê bixwaze qurbana aştiyê wekî nedreke sozdanê yan wekî pêşkêşiyeke dilxwaziyê pêşkêşî Xudan bike, ji pêz an dewêr, ji bo ku ew bê qebûlkirin divê bêqisûr be. Wê tu qisûr tê de tunebe.
Hûn dikarin ga yan pezê ku di beşekî ji bedena wî de zêdehî yan kêmahî heye, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê pêşkêş bikin. Lê wê wekî nedra sozdanê neyê qebûlkirin.