Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 22:21 - Kurmanji Încîl

21 Her kesê bixwaze qurbana aştiyê wekî nedreke sozdanê yan wekî pêşkêşiyeke dilxwaziyê pêşkêşî Xudan bike, ji pêz an dewêr, ji bo ku ew bê qebûlkirin divê bêqisûr be. Wê tu qisûr tê de tunebe.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 22:21
13 Referans Kwoze  

Gava tu ji Xudan re qurbana şewitandinê yan qurbaneke din pêşkêş bikî ku sozekê pêk bîne yan wekî qurbana aştiyê,


û ji pêz an dewêr pêşkêşiya şewitandinê bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş tê –dixwazî qurbana şewitandinê, dixwazî qurbaneke din a ku ji bo sozekê pêk bîne, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê, yan jî, ji bo cejneke kifşkirî–


“‘Heke pêşkêşî, qurbana aştiyê ya ji bo Xudan, pezekî nêr an mê be, divê bêqisûr be.


“‘Heke pêşkêşî, qurbana aştiyê ya dewêr be, nêr an mê, divê ew heywanekî bêqisûr li hizûra Xudan pêşkêş bike.


“Êdî ez mecbûr mam qurbanên aştiyê pêşkêş bikim, Min îro soza xwe pêk anî.


Tu goriya spasiyê pêşkiş bike Xwedê, Sozên ku te dane Yê Herî Berz, bîne cih.


Piştre Aqûb soz da û got: “Heke Xwedê bi min re be, di riya ku ez lê diçim de min biparêze û xwarina ez dixwim û cilên ez li xwe dikim bide min


Jin û mêr hemû Îsraêliyên dilxwaz, ji bo karên ku Xudan bi riya Mûsa li wan emir kiribûn, wan ji Xudan re pêşkêşiya dilxwaziyê anîn.


Hûnê heywanekî kor, seqet, birîndar an birîna wî kêmgirtî, gurî yan bi qalik pêşkêşî Xudan nekin. Hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê, tu heywanekî wiha li ser gorîgehê pêşkêşî Xudan nekin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite