13 Lê keça kahin a jinebî yan mêrê xwe berdayî ku zarokên wê çênebûne û ziviriye mala bavê xwe ya ku di ciwaniya xwe de lê dima, dikare ji nanê bavê xwe bixwe. Tu kesê ne kahin nikare jê bixwe.
Singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta raberkirî, tu û kur û keçên xwe dikarin li dereke paqij bixwin. Çimkî ev, ji qurbanên aştiyê yên ku gelê Îsraêl pêşkêş dike para te û kurên te ye.
Cihûda ji bûka xwe Tamarê re got: “Tu li mala bavê xwe bi jinebîtî bimîne, heta kurê min Şêla mezin bibe.” Cihûda di dilê xwe de digot: “Dibe ku ew jî wekî birayên xwe bimire.” Tamar jî çû, li mala bavê xwe ma.