10 “‘Serkahinê ku di nav kahinên din de mezin bûye, rûnê kifşkirinê li serê wî hatiye rijandin û kincên taybet li xwe dike, wê porê xwe neyîne xwarê û kincên xwe neçirîne.
Wê civak kujer ji destê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne rizgar bike û wî bişîne bajarê sitargehê ku jê reviyaye. Wê ew kes, heta serkahinê ku bi rûnê pîroz hatiye kifşkirin bimire, li wê derê bimîne.
Heke kahinê ku bi rûnkirinê hatiye kifşkirin guneh bike û bi vî awayî gel gunehkar bike, divê ji ber sûcê kiriye, wê wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî bêqisûr pêşkêşî Xudan bike.