3 Ezê bi hêrs berê xwe bidim wî û ji nav gel bavêjim. Çimkî wî ji ziriyeta xwe pêşkêşî Molekê îlah kir û bi vî awayî Pîrozgeha min qirêj kir û navê min ê pîroz mirdar kir.
Ma di navbera Perestgeha Xwedê û pûtan de çi lihevkirin heye? Çimkî em Perestgeha Xwedayê jîndar in. Wek ku Xwedê gotiye: «Ezê di nav wan de rûnim Û di nav wan de bigerim; Ezê bibim Xwedayê wan Û ew jî wê bibin gelê min.»
Lê kesê ku qirêj e û xwe paqij nake, ji ber ku wî Pîrozgeha Xudan qirêj kiriye, wê ji nav civakê bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e.
Kesekî ku destê xwe dabe miriyekî yan cendekê mirovekî û xwe paqij nekiriye, Meskenê Xudan qirêj dike û divê ji gelê Îsraêl bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e û qirêjiya wî li ser wî dimîne.
Kesê ku destê xwe bi tiştekî qirêj bike –bi qirêjiya ku ji mirov tê, bi heywanekî qirêj an bi hemû tiştekî kirêt– û ji goştê qurbana aştiyê ya ji bo Xudan bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’”
Wê ji bo Xwedayê xwe pîroz bin û navê Xwedayê xwe xerab nekin. Çimkî pêşkêşiyên şewitandinê wekî xwarin pêşkêşî Xwedayê xwe Xudan dikin. Loma wê pîroz bin.