25 “‘Hûnê heywanê qirêj ji heywanê paqij û çivîka qirêj ji çivîka paqij veqetînin. Hûnê xwe bi heywanan, bi çivîkan an bi afirîdên bi erdê ve dişêlin ve kirêt nekin ku min ji bo we qirêj dihesibîne.
Petrûs ji wan re got: «Hûn bi xwe qenc dizanin ku ji bo yekî Cihû çiqas ne rast e ku bi yekî ji miletên din re têkiliyê deyne an here ba wî; lê Xwedê nîşanî min da ku ez ji tu kesî re nebêjim murdar an heram.
Xwedê cinawirên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên di avê de tevdigerin û teyrên ku difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.