24 Lê min ji we re got: Hûnê axa wan mîras bistînin. Ezê wî welatê ku şîr û hingiv jê diherike bi milkî bidim we. Xwedayê we Xudanê ku hûn ji miletên din veqetandin ez im.
Min soz da, ezê we ji tengasiya Misrê rizgar bikim û we derînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan ê ku şîr û hingiv jê diherike.’
Loma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike.
Çimkî, heta tu bi me re neyî wê çawa bê zanîn ku tu ji min û ji gelê xwe razî mayî? Bi vî awayî ez û gelê te, emê ji hemû miletên li ser rûyê erdê cudatir bin.”
Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.» Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.
Çimkî gava te bav û kalên me ji Misrê deranîn, wekî te bi riya xulamê xwe Mûsa gotibû, ji bo bibin mîrasa te, te ew ji hemû gelên dinyayê veqetandin, ya Reb Xudan!”
Gava Xudan hûn birin welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Hîwî û Yevûsiyan, welatê ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwaribû bide we û şîr û hingiv jê diherike, divê hûn di vê mehê de vê cejnê pîroz bikin.
Eger hûn ji dinyayê bûna, dinyayê wê ji yên xwe hez bikira. Lê ji bo ku min hûn ji dinyayê hilbijartine, hûn ne ji dinyayê ne. Ji ber vê yekê dinya ji we nefret dike.
Xudan ji Mûsa re got: “Rabe ji vî cihî derkeve. Tu û gelê ku te ji welatê Misrê deraniye, herin welatê ku min ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar û got: ‘Ezê wê derê bidim ziriyeta te.’