Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 20:23 - Kurmanji Încîl

23 Hûnê di rê û rêbazên miletên ku ez ji pêş we berdidim wan de rêve neçin. Ji bo ku wan ev tişt kirin, min ji wan nefret kir.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 20:23
11 Referans Kwoze  

Hûn ji ber rastî yan dirustiya dilê xwe naçin welatê wan ku ji xwe re bikin milk. Ji ber xerabiya wan, Xwedayê we Xudan wan li ber we diqewitîne û bi vî awayî ew gotina ku bi sondxwarin dabû bavkalên we, Îbrahîm, Îshaq û Aqûb pêk bîne.


“‘Bi van kirinan xwe qirêj nekin. Çimkî miletên ku ezê ji ber we biqewitînim, xwe bi wan qirêj kirin.


Peywirên min pêk bînin û van tiştên kirêt nekin ku hûn qirêj nebin. Xwedayê we Xudan ez im.’”


Hûnê li gorî kirinên welatê Misrê nekin ku hûn li wir diman. Hûnê li gorî kirinên welatê Kenanê jî nekin ku ez we dibim wir. Hûnê li gorî qanûnên wan tevnegerin.


Çimkî tevahiya kesên beriya we li welêt rûdiniştin, ev tiştên kirêt kirin û welat qirêj bû.


Di nava mehekê de min sê şivan ji ser û guhên xwe avêtin. Çimkî hîlê min ji pêz çûbû, pez jî, ji min nefret kir.


Xwedê ev bihîst û hat xezebê, Îsraêlê bi tevahî red kir.


Loma welat qirêj bû. Ji ber neheqiya wî, min welat ceza kir û welat jî şêniyên xwe vedireşe.


“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Ez Xwedayê we Xudan im.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite