20 Kesê ku bi jina apê xwe re razê, wî tazîbûna apê xwe vekiriye. Wê herdu sûcdar bên hesibandin û bêzarok bimirin.
Tê tazîbûna jina apê xwe venekî, tê nêzîkî wê nebî. Ew jinapa te ye.
Va ye, roj wê bên ku mirov wê bêjin: ‹Xwezî bi yên ku bê ber in û xwezî bi wan zikên ku zarok neanîne û bi wan çiçikên ku nemêjandine!›
«Va ye, di van rojan de Xudan ev yek ji bo min kir: Wî li min nêrî û di nav xelkê de şerma min rakir.»
Zarokên wan nebûn, çimkî zarok ji Êlîzabêtê re çênedibûn û herdu jî bi nav salan ve çûbûn.
Xudan wiha dibêje: “Vî zilamî wekî kesekî bêzarok binivîsin ku qet bi ser neketiye. Ku wê qet bi ser nekeve. Çimkî wê kesekî ji ziriyeta wî bi ser nekeve, Wê li ser textê Dawid rûnene Û li Cihûdayê serweriyê neke.”
Bila dundana wî rabe, Nifşek bi şûn ve, navê wan ji holê rabe!
Di nav gelê wan de Ne kur, ne jî neviyê wan hene, Li warê wan tu kes namîne.
Heke zilamek jina birayê xwe bistîne, ev kirêtî ye. Wî tazîbûna birayê xwe vekiriye, wê nebe xweyî zarok.