2 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Kesekî ji gelê Îsraêl an ji xerîbên di nav we de dimînin ku zarokekî xwe pêşkêşî Molekê îlah bike, wê esse bê kuştin. Wê gelê welêt wî bide ber keviran.
Mûsa ev ji gelê Îsraêl re got. Wan kesê nalet aniye derxist derveyî artêşgehê, da ber keviran û ew kuşt. Gelê Îsraêl çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, kir.
Wan li Geliyê Ben-Hînnomê bilindciyên perizînê yên Baal çêkirin ku kur û keçên xwe ji Molekê îlah re pêşkêş bikin. Min ev kirêtî li wan emir nekir. Di fikra min de jî derbas nebû ku bibe sedema gunehkirina gelê Cihûda.
Wan li Tofeta li Geliyê Ben-Hînnomê, bilindciyên perizînê çêkirin. Wan xwest ku li wir kur û keçên xwe bikin qurban. Lê min ev yek li wan emir nekiribû. Di hişê min de jî derbas nebûbû.’”
Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan re wisa nekin. Çimkî wan her tiştê kirêt ê ku Xudan jê nefret dike ji îlahên xwe re kirin. Wan kur û keçên xwe jî, ji îlahên xwe re dişewitandin.
“‘Çi welatî çi jî xerîb, hemû kesên ji we ku ji termê heywanê bi xwe miriye yan ji aliyê heywanekî çolê ve hatiye perçekirin bixwe, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. Piştre wê paqij bibe.
Kesê çêrî navê Xudan bike wê esse bê kuştin. Wê tevahiya civakê esse wî bide ber keviran. Çi xerîb, çi welatî, her kesê çêrî navê Xudan bike wê bê kuştin.
“Heke li bajarekî ku Xwedayê we Xudan dide we, kesek di nav we de, çi mêr çi jin, peymana Xwedayê we Xudan binpê bike û tiştên di çavê wî de xerab in bike,
wê keçikê bînin ber deriyê mala bavê wê û mirovên bajêr wê bidin ber keviran û bikujin. Çimkî gava ew li mala bavê xwe bûye, wê zina kiriye. Wê li welatê Îsraêl kirêtî kiriye. Tê xerabiyê ji nav xwe rakî.