18 Heke zilamek bi jina bi potan ketiye re razê û tazîbûna wê veke, wî dera wê ya ku diherike vekiriye û jinikê jî dera xwe ya ku diherike vekiriye. Wê herdu ji nav gel bên avêtin.
“‘Tê xwe nêzîkî jina bi potan ketiye û qirêj bûye nekî. Tê tazîbûna wê venekî.
Heke zilamek pê jinê re razê û nepaqijiya wê bi zilêm bikeve, wê heft rojan qirêj bimîne û her nivîna ku ew li ser radize jî qirêj bê hesibandin.
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Heke jinek bi zaro bimîne û kurekî bîne, wê wekî rojên ku bi potan ketiye, heft rojan qirêj bê hesibandin.
Kesê ku rûnekî wekî wê çêke û bi ser yekî ku ne kahin e de birijîne, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’”