Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 20:14 - Kurmanji Încîl

14 Heke zilamek hem bi jinekê û hem jî bi diya wê re bizewice, ev riswatî ye. Ji bo ku riswatiyên wiha di nav we de çênebin, wê her sê bên şewitandin û kuştin.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 20:14
6 Referans Kwoze  

Tê tazîbûna jinekê û keça wê venekî. Tê tazîbûna keça keça wê yan keça kurê wê jî venekî. Ew merivên wê ne. Nêzîkbûna wan riswatî ye.


“‘Nalet li wî kesî ku bi xesûya xwe re radize.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’


Ew serê belengazan di nav toza erdê de diperçiqînin Û bindestan li ser rê dehf didin. Bav û kur diçin heman keça ciwan Û navê min ê pîroz xerab dikin.


Ji ber ku wî peymana Xudan binpê kiriye û li welatê Îsraêl kirêtî kiriye, wê zilamê ku bi tiştên veqetandî hatiye girtin, bi her tiştê xwe re bê şewitandin.”


Yêşû got: “Te çima em xistin tengasiyê? Wê Xudan jî îro te bixe tengasiyê.” Piştre hemû gelê Îsraêl Exan da ber keviran. Wan her tiştên wî dan ber keviran û şewitandin.


Heke keça kahinekî fahîşetiyê bike û xwe mirdar bike, ew bavê xwe jî mirdar dike. Wê bê şewitandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite