14 “‘Heke tu ji berên te yên pêşî pêşkêşiya dexlê ya berê pêşî pêşkêşî Xudan dikî, tê simbilên genimê teze hatine jêkirin û li ser êgir hatine qelandin û kutan pêşkêş bikî.
Yên ku bi jinan re nelewitîne ev in. Çimkî keçên keçîn-kurên kurîn in. Ev ew in ku Berx bi ku derê ve here, li pey wî diçin. Evên ha berê pêşî ne ku ji bo Xwedê û ji bo Berx ji nav mirovan hatine kirrîn.
Ji rojhilat heta rojava wê navê min li nav miletan mezin be! Wê li her derî li ser navê min bixûr were pêxistin û diyariyên paqij werin pêşkêşkirin. Çimkî wê navê min li nav miletan mezin be!” Xudanê Karîndar dibêje.
“Li gelê Îsraêl emir bike û bêje: ‘Haya we jê hebe ku hûnê di demên kifşkirî de xwarina pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî min bikin ku bêhna wan bi min xweş tê.’
Ji Baal-Şalîşayê zilamek hat. Di tûrikê wî de, ji bo zilamê Xwedê bîst nanên ceh ku ji berê pêşî yê wê salê bûn û firîkên teze yên genim anî. Êlîşa got: “Van bide gel ku bixwin.”
hûnê ji hemû berê pêşî yê axa Xwedayê te Xudan dide we bicivînin û bixin selikekê. Piştre hûnê herin dera ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre.
Hûnê bi berx re, wekî pêşkêşiya dexlê ji dehan duduyê efaya arvanê hûr a ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêşî Xudan bikin. Wê pêşkêşiya şewitandinê ew be ku bêhna wê bi Xudan xweş tê. Bi vê re jî hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê çarîka hînekê şerabê pêşkêş bikin.