11 “‘Divê pêşkêşiya dexlê ya ku pêşkêşî Xudan tê kirin tu caran bi hevîrtirş nebe. Divê hûn di nav pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e de, qet hevîrtirş û hingiv neşewitînin.
Di wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wisa ku pêlhev dikirin, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Hay ji haveynê Fêrisiyan hebin ku durûtî ye.
Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.»
Tê wan ji kulmên wan bistînî û li ser gorîgehê, ser qurbana şewitandina bêhna xweşa ku ya li hizûra Xudan e, bişewitînî. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.
Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin hemûyan li ser gorîgehê bişewitîne û pêşkêş bike. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.