9 Wê di roja heftan de hemû por û mûyên xwe kûr bike. Wê porê xwe, rihê xwe, birûyên xwe û hemû mûyên di bedena xwe de kur bike. Wê kincên xwe bişo. Piştî bedena xwe bi avê şûşt, wê paqij bê hesibandin.
“‘Heke jinişkave kesek li ba kesê bi sozdana nezîriyê veqetandî bimire û serê wî qirêj bike, wê di roja ku xwe paqij dike de ango di roja heftan de porê xwe kur bike.
Ji bo paqijkirina wan tê wiha bikî: Ava paqijiyê bireşîne ser wan û bila di ser tevahiya bedena xwe de gûzanê derbas bikin, cilên xwe bişon û xwe paqij bikin.
Kesê tê paqijkirin wê kincên xwe bişo, hemû mûyên xwe kur bike û serê xwe bişo. Wê bi vî awayî paqij bê hesibandin. Êdî ew dikare bikeve artêşgehê lê wê heft rojan li derveyî kon bimîne.