Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 14:8 - Kurmanji Încîl

8 Kesê tê paqijkirin wê kincên xwe bişo, hemû mûyên xwe kur bike û serê xwe bişo. Wê bi vî awayî paqij bê hesibandin. Êdî ew dikare bikeve artêşgehê lê wê heft rojan li derveyî kon bimîne.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 14:8
19 Referans Kwoze  

Her kesê ku termê wan hilgire, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.


Ev jî mînaka imadê ye ya ku îro we xilas dike. Imad ne şuştina qirêja bedenê ye, lê belê ew li ber Xwedê daxwaza wijdana paqij e. Ev yek bi vejîna Îsa Mesîh pêk hat.


Ji bo paqijkirina wan tê wiha bikî: Ava paqijiyê bireşîne ser wan û bila di ser tevahiya bedena xwe de gûzanê derbas bikin, cilên xwe bişon û xwe paqij bikin.


Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.


Wê kahin qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê li gorîgehê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê paqij bibe.


Wê di roja heftan de hemû por û mûyên xwe kûr bike. Wê porê xwe, rihê xwe, birûyên xwe û hemû mûyên di bedena xwe de kur bike. Wê kincên xwe bişo. Piştî bedena xwe bi avê şûşt, wê paqij bê hesibandin.


Mûsa Harûn û kurên wî anîn ba xwe ku wan bişo.


Mûsa ji çiyê berjêr bû, hat nav gel û kir ku gel xwe pak bike. Her kesî kincên xwe şûştin.


Xudan ji Mûsa re got: “Tu here ba gel, bila îro û sibê xwe pak bikin. Bila kincên xwe bişon.


“‘Gava herikîna zilamê ku herikîn jê tê bisekine, ji bo paqijbûnê wê heft rojan bisekine. Piştre wê kincên xwe bişo, di ava kaniyê de serê xwe bişo û wê paqij bê hesibandin.


“‘Heke jinişkave kesek li ba kesê bi sozdana nezîriyê veqetandî bimire û serê wî qirêj bike, wê di roja ku xwe paqij dike de ango di roja heftan de porê xwe kur bike.


Wê bibe mala xwe. Divê ew porê xwe kur bike, neynûkên xwe bibire û


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite