52 Bi vî awayî wê kahin bi xwîna çivîkê, avê, çivîka sax, dara sedrê, giyayê cehtirê û tayê sor malê paqij bike.
wê kahin emir bike ku ji bo kesê tê paqijkirin du çivîkên paqij ên sax, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê bînin.
Wê dara sedrê, tayê sor, giyayê cehtirê û çivîka sax di xwîna çivîka hatiye serjêkirin û li nav avê bixe û heft caran bi ser malê de bireşîne.
Wê çivîka sax berde çolê, derveyî bajêr. Bi vî awayî wê ji bo malê kefaretê bide û wê mal paqij bibe.”