48 “Heke kahin were, lê binêre û piştî ku mal hat seyandin, kûfik belav nebûbe, wê malê paqij bihesibîne. Wî çaxî nexweşiya kûfikê derbas bûye.
Û hin ji we weha bûn; lê belê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedayê me hûn hatin şuştin, pîrozkirin û rastdarkirin.
Wê gavê Îsa gelek ji nexweşî, êş û ruhên xerab qenc kirin û çavên gelek koran vekirin.
Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.»
Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya û jinikê jî ji bedena xwe fêm kir ku ji êşa xwe qenc bû.
Werin, em li Xudan vegerin. Wî em perçe kirin, Wê me baş jî bike. Wî em birîndar kirin, Wê birîna me jî bipêçe.
Çimkî ew diêşîne, ew dipêçe, Ew birîndar dike û destên wî baş dikin.
Wê kahin wî derxe derveyî artêşgehê û lê binêre. Heke nexweşî baş bûbe,
“Heke piştî ku ew keviran derxin, malê bikolin û ji nû ve biseyînin, nexweşî careke din li malê derkeve,
Wê her kesê li malê razê yan xwarinê bixwe kincên xwe bişo.
Ji bo paqijbûna malê, wê du çivîk, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê hilde.