31 Wê yek wekî pêşkêşiya paqijiyê, ya din jî wekî qurbana şewitandinê, bi pêşkêşiya dexlê re pêşkêş bike. Wê kahin bi van ji bo zilamê tê paqijkirin li hizûra Xudan kefaretê bide.”
“‘Heke hêza wî têra dayîna mî yan bizinekê neke, wê wekî pêşkêşiya berdêlê du qumrî yan du kevokan pêşkêşî Xudan bike. Wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê û yê din jî wekî qurbana şewitandinê bîne.
Wê kahin yekê ji wan wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin li hizûra Xudan ji bo herikîna wî kefaretê bide.