29 Wê zeyta di kefa destê wî de maye li serê kesê ku tê paqijkirin bixe û bi vî awayî li hizûra Xudan ji bo wî kefaretê bide.
Wê zeyta di kefa destê wî de maye di serê kesê tê paqijkirin de bide. Wê li hizûra Xudan wî paqij bike ji bo wî kefaretê bide.
Yê ku bi av û xwînê hat Îsa Mesîh e. Ew ne tenê bi avê, lê bi av û xwînê hat. Û ya ku şahidiyê vê dike Ruh e; çimkî Ruh rastî ye.
Ez ji bo wan xwe dikim veqetandiyê pîroz, da ku ew jî bi rastiyê pîroz bibin û veqetin.
Wê kahin qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê li gorîgehê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê paqij bibe.
Wê kahin ji zeyta di destê wî de maye, bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de û bi ser cihê xwîna pêşkêşiya berdêlê de bireşîne.
Li gorî hêza wî, wê ji qumriyan an kevokan bîne.