28 Wê kahin ji zeyta di destê wî de maye, bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de û bi ser cihê xwîna pêşkêşiya berdêlê de bireşîne.
Tê berên serjê bikî û hinekî xwîna wî li nermikên guhên rastê yên Harûn û kurên wî û li tiliyên mezin ên dest û lingên rastê yên wan bidî. Tê hemû xwîna mayî bi her aliyên gorîgehê ve bireşînî.
“‘Heke hêza wî têra dayîna mî yan bizinekê neke, wê wekî pêşkêşiya berdêlê du qumrî yan du kevokan pêşkêşî Xudan bike. Wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê û yê din jî wekî qurbana şewitandinê bîne.